Şehîd Zîlan û şehîd Sema hatin bibîranîn

Şehîd Zîlan û şehîd Sema li kantona Firarê û bajarê Helebê hate bibîranîn. Di bîranan de soz hate dayîn ku li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û xwedî li şehîdan xwe derkevin.

26 hezîran, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rastihantina salvegera 28`emîn a şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) re ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li dijî artêşa dewleta Tirk çalakiyeke fedaî li dar xist, Kongra Star li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê civînek li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan tev li wê bûn. 

Di civînê de rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Firatê Cîhan Mihemed axivî û got: "Em ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêzê digirin û em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. Şehîd Zîlan bi eşqa azadî û soza avakirina civaka Kurd canê xwe feda kir. Şehîd Zîlan riya berxwedanê da pêşiya xwe û tê koşiya. Em ê hata dawiyê têkoşîna xwe mezin bikin."

Cîhan di dawiyê de wiha got: "Em ê heta dawiyê li pey xeta Zîlanê bin. Em ê tu carî xwîna şehîdê xwe li erdê nehêlin, em ê xwedî li mîrasê şehîdan derkevin."

Li Helebê jî Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Zîlan civînek li navenda Weqfa Jina Azad a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Bi dehan jin, endamên rêxistinên jinan tev li civînê bûn.

Di civînê de sînevîzyonek têkildarî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê fedakariyên şehîd Zîlan û Sema Yoca de hate pêşandan.

Her wiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hola civînan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê heman çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de endamên tevgerê hazir bûn. Her wiha sinevizyonek sinevizyonek têkildarî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê fedakariyên şehîd Zîlan û şehîd Sema Yuce de hate pêşandan.

ANHA

kobanê

heleb