Balafirên bêmirov çiyayê Metîna bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metînayê yê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Balafirên bêmirov çiyayê Metîna bombebaran kir
16 hezîran 2024   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker hemû sînorên exlaqî û mirovî derbazkirine ku di roja yekem ya Cejna Qurbanê de jî berdewamkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn, balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera li sînorê gundê Guherzê û Belavê yên ser bi navçeya Dêralok a girêdayî bajarokê Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, bombebarankirin.

 Lê di derbarê zerer û ziyanên madî û canî yên êrişê de ti agahî nehatin belavkirin.