ˋEm li hember vê pêvajoyê bi rihê berxwedanê tev bigerinˊ

Ciwanên PYD`ê li bajarê Dirbêsiyê geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê nîqaş kirin û diyar kir ku ji bo têkbirina plan û timayên dewleta Tirk ew rêxistinbûyîna xwe xurt dikin û têkoşîna xwe mezin dikin.

ˋEm li hember vê pêvajoyê bi rihê berxwedanê tev bigerinˊ
ˋEm li hember vê pêvajoyê bi rihê berxwedanê tev bigerinˊ
ˋEm li hember vê pêvajoyê bi rihê berxwedanê tev bigerinˊ
ˋEm li hember vê pêvajoyê bi rihê berxwedanê tev bigerinˊ
16 ÇILE, 2025   17:54
HESEKÊ

Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê û rola ciwanan di vê pêvajoyê de, civînek li dar xist. 

Civîn Ii hola Navenda Çand û Hunerî ya bajêr hate lidarxistin. Bi dehan ciwan, endamên saziyên sivîl û meclis tev li civînê bûn.

Rêvebera ciwanên PYD`ê ya kantona Cizîrê Şeze Hisên axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hincetên nerast herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, projeya xweya guhartina demografiya herêmê temam bike û gelên azadîxwaza tune bike."

Şeze diyar kir ku QSD`ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke destanî nîşan dide û diyar kir ku gelê herêmê li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kiriye.

Şeze ev li axaftina xwe zêde kir: "Hêrs û êrişên hovane yên dewleta Tirk ji ber nepêşketina wê ye. Ji wê zêdetir li hember vê berxwedanê zirarên mezin bi wê dibin."

Têkildarî girîngiya rola ciwnan a di vê pêvajoyê de Şeze wiha got: "Divê ciwanên Kurd û ciwanên tevahî pêkhateyan têkoşîna xwe mezin bikin û li gorî bingehên şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin ku li hember êrişan bisekinin, plan û timayên dagirkeran têk bibin. Pêdiviya vê qonaxê bi rihê berxwedanê heye."

(şx/fr)

ANHA