Careke din gef li Durziyan hat xwarin

Li bajarê Qetna yê li gundewarên Şamê li ser deriyên dikanan nivîs hatin nivîsandin û gef li Durziyan hat xwarin.

Careke din gef li Durziyan hat xwarin
20 hezîran, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR’ê diyar kir ku li bajarê Qetna yê gundewarên Şamê bi nivîsandinên li ser deriyên dikanan gef li Durziyan hatine xwarin. Hate diyarkirin ku nivîsên gefxwarinê tirs di nava şêniyan de çêkiriye.

SOHR’ê da zanîn ku gotinên wekî "Em ê vegerin", "Durzî Yehûdî" û "Veneke, xwîna te tê rijandin" li ser deriyên dikanên Durziyan hatine nivisandin.

SOHR’ê da zanîn ku ev gef êrişa li xwediyê dikanekê ku di encamê de ji lingê xwe ve birîndar bû, hatin xwarin. Her wiha diyarkirin ku hemwextî gefxwarinê bangên xwe ragirtin û parastina aştiya navxweyî hatine kirin.

(bb)