Careke din baregeha Tenefê hate bombebarankirin

2 balafirên bêmirov baregeha Tenefê ya Koalîsyona Navneteweyî bombebaran kir, lê tu agahiyên li ser windahiyan nehatin bidestxistin.

Careke din baregeha Tenefê hate bombebarankirin
28 cotmeh, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku 2 balafirên bêmirov vê berbangê baregeha Tenefê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li sêgoşiya sînorê di navbera Sûriye-Urdin û Iraqê de bombebaran kir. Lê heta vê kêliyê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketine.

SOHR′ê aşkera kir ku Muqaweme El Îslamiye ya Iraqiye bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wê baregeh bombebaran kiriye.

(fr)