Rejîma Îranê hêzên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike

Rejîma Îranê hêzêk din şandiye Merîwan, ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

Rejîma Îranê hêzên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike
23 adar, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên medyaya Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îran hêzên xwe yên li herêmên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike.

Tê gotin di nava 3 rojên borî de, rejîma Îranê hêzek zêdetir li bajarê Merîwan, ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kudistanê, herwiha li çiyayên Surenê ku dikeve beramberî navçeya Seyîdsadiq ya Başûrê Kurdistanê, bicih kiriye.

Li gorî çavkaniyan, rejîm bi bicihkirina hêzên xwe ya li çiyayan, dixwaze xwe ji êrişên hewayî biparêze.