Çapemeniya erebî: Dosyaya Sûriyeyê derdikeve pêş, parçebûna Filistînê çareseriyê asteng dike

Çavdêran diyar kir ku daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya têkildarî Siwêdayê û biryara 2254ˊan ji nû ve dosyaya Sûriyeyê vegerand xeleka girîngiya navneteweyî. Çavdêran bal kişand ser sînordariya şiyana hikumeta veguhêz a di birêvebirina pirrengiya hundirîn de. Her wiha bal li ser plana Îsraîl-Amerîkayê ya piştî şerê li Xezayê kişand .

Çapemeniya erebî: Dosyaya Sûriyeyê derdikeve pêş, parçebûna Filistînê çareseriyê asteng dike
20 tebax, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî bal kişand ser daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya têkildarî Siwêdayê, planên piştî şerê Xezayê û xetereyên girêdayî parçebûna Filistînê.

‘EZMÛNA KRÎTÎK JI BO DESTHILATA VEGUHÊZ A SÛRIYEYÊˊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya têkildarî Siwêdayê (10ˊê Tebaxa 2025ˊan) de û bandorên wê li rêveçûna Sûriyeyê nivîsek parve kir.

Rojnameyê bi bîr xist ku daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya 10ˊê Tebaxa 2025ˊan a der barê Siwêdayê de dosyaya Sûriyeyê ji nû ve derxist ser maseya navneteweyî û biryara 2254ˊan wek lêvegereke bingehîn ji bo her rêveçûneke siyasî destnîşan kir. Rojnameyê bal kişand ser krîza xwecih a li Siwêdayê û diyar kir ku wê krîzê sistbûna desthilata veguhêz û aciziya wê ya birêvebirina pirrengiya hundirîn aşkera kir. Rojnameyê da zanîn ku daxuyanî wek ezmûneke ji bo şiyana desthilata veguhêz a parastina welatiyan û tevlêkirina tevahî hêzên aktîf di formîlekirina siberojê de ye û ger nebû, dê valahiya siyasî derfetê li pêş berfirehkirina rola wesiyeta navneteweyî ya li ser rêveçûna veguhêziyê veke.

Girêdayî mijarê rojnameyê aşkera kir ku banga ji bo diyaloga neteweyî ya berfireh û guhertina Danezana Destûrî pêwîstiyek e ku ji çareseriyên derve tên ferzkirin dûr bikevin.

‘SENARYOYÊN PIŞTÎ ŞER Û XETEREYA NEBÛNA NÊRÎNEKE FILISTÎNÎ’

Rojnameya El Quds El Erebî li ser plana Îsraîl-Amerîkayê ya piştî şerê li Xezayê nivîsand û diyar kir ku naveroka planê ew e ku piştî jevkirina şiyanên leşkerî yên Hemasê û kontrola ewlehî û herêmên stratejîk, rêveberiyeke demkî ya sivîl li Xezayê di bin kontrola Amerîka-Ereban de were avakirin. Di nava pêşniyaran de avakirina hêzeke navneteweyî ya pirnasnameyî ji bo mîsogeriya aramiya pêvajoya veguhêz heye.

Rojnameyê diyar kir ku parçebûna di nava desthilata Filistînê û Hemasê de dihêle her planeke Îsraîl-Amerîkayê ji bo pêkanînê hêsantir bibe. Hemas dibîne ku çi hêzeke leşkerî li Xezayê bêyî rêkeftineke siyasî dagirkerî ye, di heman demê de stratejiyeke Filistînê ya rûbirûbûna van planan an jî dan û standina der barê wê de nîn e.

(fr)