DYA’yê carek din Iraqê hişyar kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re axivî. Marco carek din li ser komên çekdar Iraqê hişyar kir û got: “Hikûmeta di bin kontrola Îranê de, nabe hevpeymanê me.”

DYA’yê carek din Iraqê hişyar kir
26 ÇILE, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî.

Li gorî daxuyaniyê Marco carek din Iraqê hişyarkiriye û gotiye; “Hikûmeteke ku ji aliyê Îranê ve were kontrolkirin, nikare hevkariya di navbera Bexda û Washingtonê de bi pêş bixe û Iraqê ji nakokiyên herêmî dûr bixe.”