‘Êdî tevahî berpirsyarî li ser milê dewleta Tirk e’

Şîrovekarê siyasî Hîwa Seîd Selîmî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî wek "dîrokî û wêrek" nirxand û got "Êdî tevahî berpirsyarî li ser milê dewleta Tirk e ku divê gavên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd biavêje. Êdî daxwazên zêdetir ji PKK’ê nayên xwestin.”

‘Êdî tevahî berpirsyarî li ser milê dewleta Tirk e’
17 gulan, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrovekarê siyasî Hîwa Seîd Selîmî têkildarî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêka pêvajoya siyasî û demokratîk ji ajansa me re axivî.

Hîwa Seîd Selîmî diyar kir ku biryara Kongreya 12’an a PKK’ê li ser daxwaza Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û got: "Biryara PKK’ê ku piştî salên dirêj ên têkoşîna çekdarî hate dayîn, biryareke dîrokî û wêrek e. Biryar li ber pêvajoyeke nû ya xebata demokratîk û siyasî ya li ser bingeha têgeha neteweya demokratîk vedike."

Hîwa Seîd Selîmî diyar kir ku ev biryar ne hêsan an hestiyarî ye, lê di çarçoveya nêrîneke siyasî ya giştî ya Rêber Abdullah Ocalan de pêk hat û wiha domand: "Ev biryar pêngaveke wisa nîn e ku çi alî be bila bibe bi hêsanî bide, lê gaveke wêrek e. Biryareke siyasî ye li gorî siyaseta nû ye ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin."

Selîmî îşaret bi vê yekê kir ku gog êdî di qada dewleta Tirk de ye û wiha axivî: "Beriya niha anku di 24’ê Sibata borî de PKK’ê bi rêya daxuyaniya birêz Ocalan cara pêşîn gog avêtibû qada dewleta Tirk. Cara duyemîn jî bi rêya biryara dîrokî û gava pratîk a ku di kongreya 12’emîn de dabû, wisa kiribû. Ev jî bersiveke zelal a peyama birêz Abdullah Ocalan nîşan dide."

Selîmî amaje bi vê yekê kir ku divê dewleta Tirk di çarçoveya siyasî û qanûnî de gavên pratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd biavêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha tevahî berpirsyarî dikeve ser milê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hevalbendê wî Devlet Bahçelî. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê gavên cidî biavêjin. Êdî tiştek ji Partiya Karkerên Kurdistanê nayê xwestin. Niha tevahî berpirsyarî ji dewleta Tirk tê xwestin."

(bb)

ANHA