Çalakvanên Siwêdayê kampanyaya berdana jinên revandî da destpêkirin

Çalakvanên li Siwêdayê li ser medyaya dîjîtal, ji bo balê bikşînin ser rewşa jinên ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatine revandin, kampanyayek da despêkirin.

Çalakvanên Siwêdayê kampanyaya berdana jinên revandî da destpêkirin
22 tebax, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku binpêkirinên li dijî sivîlan li Siwêdayê zêde bûn, mijara jinên revandî wekî sûcek herî giran derketiye holê û bûye sedema nerazîbûna gel û navneteweyî. Der barê mijarê de çalakvanên li Siwêdayê li ser medyaya dijîtal kampanyayek bi dirûşmeya " أنقذوا نساء السويداء, Stand Against Womenˊs Kidnapping" anku "Jinên Siwêdayê Rizgar Bikin" dest pê kir.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka bûyerên Siwêdayê ve, 150 kiryarên revandina jinan pêk hatine, çarenûsa nêzîkî 80 jin û jinên ciwan ên Durzî hîn jî ne diyar e.

Malbatên jinên ku hatine berdan behsa rewşên mirovî yên trajîk kirin, li gorî malbatan gelek ji wan ji tirsa gefên berdewam ên li ser jiyan û ewlehiya wan nikarin vegerin malên xwe.

Kiryarên revandinê di 14`ê Tîrmehê d, dema êrişa li ser Siwêdayê dest pê kirin, çêbûn. Di dîmenan de xuya bûn ku jin bi zorê ji malên wan têne derxistin, hin ji wan dîmenan bi awayekî zindî li ser medyayan hatin weşandin.

Çalakvanên kampanyayê diyar kir ku "Jinên hatine revandin ne kaxezek dan û standinê ne, ku li beramberî wê çekdarên hatine revandin werin berdan.  Lê ew jin mijareke rûmet û mafên mirovan e ku nayê paşguhkirin."

Çalakvanan daxwaza destwerdana bilez a navneteweyî kir ku jinên revandî bêne berdan û kesên sûcdar bêne darizandin.

(k)