Çalakvaneke ji Somaliyê piştgirî da gelê Kurd

Çalakvana ji Somaliyê Leyla Cami piştgiriya xwe ji gelê Kurd re anî ziman û diyar kir ku divê mafên Kurdan werin parastin.

Çalakvaneke ji Somaliyê piştgirî da gelê Kurd
24 ÇILE, 2026   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana Somalî Leyla Cami li dijî êrişan piştgiriya xwe ji gelê Kurd re anî ziman.

Leyla Cami ku peyameke bidîmen weşand, wiha got: "Gelê Kurd rû bi rûyî şerekî demdirêj e ku gefan li jiyana wan û mafên wan ên bingehîn dixwe. Şer berdewam e. Ev yek dibe sedema bêîstiqrariya siyasî ku sivîlan û rûmeta wan dixe bin gefan. Ji bo mîsogerkirina ewlehiya Kurdan û berdewama jiyana wan divê piştgiriya Kurdan bê kirin."

Leyla Cami bang li civata navneteweyî kir ku hewldanên parastina aştiyê bidomînin, êşên mirovî li herêmê kêm bikin, li rex mafên mirovan bisekinin. Her wiha got: "Erka me hemûyan e piştgiriyê bidin. Her piştgiriyeke rasteqîn guhertinê çêdike."

(b)