Çalakvana ku li dijî cezayê darvekirinê derket hat binçavkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a HRNA’yê ragihand ku xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî ji ber li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û binpêkirinên rejîmê helwest nîşandaye, hatiye binçavkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê HRNA’yê têkildarî binçavkirina xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî nûçeyek parve kir.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku roja 26’ê Nîsanê xwendekara zanîngeha Elame Tebatebayî ya Tehranê, Hestî Emîrî hat binçavkirin.
Hat gotin ku destpêkê Hestî Emîrî ji aliyê Şaxa 1 a Dozgeriya Giştî ya Girtîgeha Evîn ve bangkirin, piştre hat binçavkirin û şandin girtîgeha Evînê.
Di nûçeyê de hat gotin ku bi tometa ‘propaganda li dijî dewletê, derketina ser cadeyan bêy ku xwe bipêçe’hat tometbarkirin.
Her wiha hat gotin ku bi sedema li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî derketiye û piştgirî daye kampanya ‘Na ji Sêşemên Darvekirinê re’ hatiye binçavkirin.
Beriya niha roja 6’ê Adara 2025’an hêzên Îtlaeta Îranê bi ser mala Hestî Emîrî de girtibûn, li mala wê lêgerîn kiribûn û dest danîbûn ser telefon û kelûpelên wê yên taybet.
Di Tebaxa 2023’yan de Hestî Emîrî bi tometa ‘propaganda li dijî dewletê’ cezayê salek girtîgehê lê hatibû birîn. Di 5’ê Tebaxa 2024’an de ji girtîgehê hatibû berdan.