Çalakiyên şeremzarkirina komploya 15’ Sibatê dewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Lubnanê bi boneya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat xwestin.

10 sibat, 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 15’ê Sibatê pêk hatibû, çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

TIL TEMIR

Meclisa Navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê semînerek der barê armanc û bandorên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da. Semîner bi amadebûna bi dehan şêniyan, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn.

Rêveberê Meclisa Til Temirê Nûhilat Kobanê semîner da. Nûhilat Kobanê pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bandorên wan şîrove kirin û got, armanca komployê kontrokirina serwetên cîhanê û herêma Rojhilata Navîn a ku bi dîroka xwe ya şaristanî dewlemend e.

Nûhilat Kobanê diyar kir ku komploya li dijî mirovahiyê dewam dike û tevahî pêkhateyan û azadiya jinan dike hedef.

Nûhilat Kobanê got: "Şermezarkirina komployê têrê nakê. Divê em sedemên wê nas bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di hemû qadan de têkoşînê geş bikin."

Piştî semîner bi dawî bû dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

TIL HEMÎS

Bi heman armancê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê da. Semîner li avahiya PYD’ê bi amadebûna endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê PYD’ê yê navçeya Til Hemîsê Xalib El Sadûn semîner bi rêve bir. Sadûn diyar kir ku armanca ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkbirina ramanên azad e û wiha domand: "Komplo têk çû ji ber ku gelên Herêma Bakur û Rojhilkatê Sûriyeyê û gelên cîhanê xwedî li ramanên Rêbertî derketine û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşin."

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

TIRBESPIYÊ  

Li bajarokê Ebû Fari yê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê semînerek jî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve hate organîzekirin. Bi dehan şêniyên bajarok beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya ku civak xwe bi rêxistin bike de, hate pêşandan.

Heman semîner li bajarokên Til Marûf, gundên Iwêna, Xeznê, Gir Berkîl, Şîtîkê, bajarokê Hilwa, gundên Til Şeîr û Beyandorê hatin dayîn.

Civîn û semîner dê heta 12’ê Sibatê dewam bikin.

ŞEDADÊ

Meclisa Navçeya Şedadê li dibistana gundê Bedelî yê navçeyê civîneke girse li dar xist.

Di civînê de endamê Medclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulqadir Şaban axivî û wiha got: "Dewleta Tirk di girtîgeha Îmraliyê de li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûcan dike. Lê Rêbertî radest nabe, li ber xwe dide, fikir û felsefeya wî li herêmê û cîhanê belav bûn."

Civîn bi diruşma ˊBijî serok Apoˊ bi dawî bû.

HELEB

Nivîsgeha Perwerdê ya Helebê li avahiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê panelek li dar xist. Di panelê de banga bilindkirina têkoşînê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, mafên gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn misoger be.

Di panelê de hevserokê KPC-Dˊê Menan Cafer mijara panelê xwend û wiha got: "Rêber Apo xwedî fikirandina pêşketî ye, bê guman ev fikir li ser pergala heyî xeteriyekê çêdike. Ji ber ku rejîma heyî li ser civak û mirovahiyê êdî barekî mezin e."

Dûre beşdaran axivî, her wiha dayika şehîd Ceger Şêxo, Asya Xelîl Hebeş a ku di 1996ˊan de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got Rêber Abdullah Ocalan hişt ku gelê Kurd li ber xwe bide û banga pêkanîna xwe bike.

ŞEHBA

Birîndarên Şer ên Kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya girêdayî Şehbayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin.

LUBNAN

Têkildarî mijarê PYDˊê li bajarê Şihêm ê Lubnanê panelek li dar xist. Di panelê de nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed axivî û wiha got: "Hêzên hegemon ên navneteweyî beriya 25 salan Rêber Apo di komployeke navneteweyî de girtin û radestî dewleta Tirk kir."

Ehmed wiha domand: "Rêbertî di rewşên tecrîda giran li girtîgeha Îmraliyê de ji 25 salan ve li ber xwe dide û bi modela modernîteya demokratîk rûyê rast ê komployê ya li dijî tevahî mirovahiyê pêk hatiye îsbat kir."

 (bb-fr)

ANHA