Çalakiya li bendava Tişrînê di roja 81`an de berdewam dike

Çalakiya nobedariya li bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker di roj 81`an berdewam dike.

Çalakiya li bendava Tişrînê di roja 81`an de berdewam dike
28 adar, 2025   22:31
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bendava Tişrînê ku 8`ê çileyê dest pêkir îro di roja xwe ya 81`an de bi coşeke mezin berdewam kir.

Duh şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa ên kantona Cizîrê ji bo tevlî berxwedanê bibin gihiştin bendava Tişrînê.

Nûçegihana me li bendava Tişrînê dîmen û wêneyên çalakvanan kişandin.

(k)