Amadekariyên cejna Remezanê

Bi hatina cejna Remezanê re, tevgera li sûkan zêde bûye. Lê bilindbûna buhayan li pêşiya hin malbatan dibe astengî.

Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
Amadekariyên cejna Remezanê
29 adar, 2025   04:35
HESEKÊ

Bi hatine cejna Remezanê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera li sûkan zêde bûye. Tevî arîşeyên aborî yên domdar jî, lê şênî cejnê wekî kevneşopeke pîroz dikin, pêdiviyên cejnê wekî şêraniyan çêdikin û kirîna cilên nû û hwd didomînin.

HESEKÊ: TEVÎ BUHABÛNÊ JÎ BAZAR DAGIRTÎ NE

Bi nêzîkbûna cejnê re sûkên bajarên Hesekê bi şêniyan tijî ne. Şênî pêdiviyên cejnê dikirîn, şêraniyan çêdikin, cilên nû dikirin.

Tevî atmosfera cejnê, lê şênî ji ber bihabûnê gazincan dikin. Şênî diyar dikin ku tevî nirxê dolar li hemberî lîreya Sûriyeyê kêm bûye jî lê kel û pel biha ne. Bazirgan jî sedema bihabûnê dispêrin bilindbûna lêçûna veguhestinê û bê istiqraraiya rewşa aborî ya herêmê.

ŞEDADÊ: BIHA KÊM BÛNE LÊ HÊZA KIRÎNÊ LAWAZ E

Li bajarê Şedadê jî tevgera îsal a bazaran li gorî salên borî paşketiye.

Şêniyê bi navê Xalid Îbrahîm got: "Em bi hêvî ne ku ev cejn cejna xêr û aştiyê be. Tevî ku biha li gorî salên borî hinekî kêmtir e, lê ji bo hin malbatan re hîna astengî hene. Biha ne li gorî nirxên dolar û lîre tên firotin."

Bazirganê bi navê Hemûdî El Hisên diyar kri ku bihayê şêraniyan aramtir e û got, bihayê kîloyeke şekir di navbera 12 hezar û 30 hezar lîreyan de ye, bihayê kîloyeke petit fours di navbera 15 hezar û 20 hezarî de ye, lê bihayê raha dighîje 50 hezarî.

Tevî ku biha li gorî salên borî kêmtir e, lê tevgera bazaran îsal kêm e. Bazirgan sedema vê yekê dispêrin lawaziya hêza kirînê ya şêniyan û nekêmbûna bihayên madeyên bingehîn.

DIRBÊSIYÊ: BAZAR GEŞ IN

Li bajarê Dirbêsiyê jî, tevgera kirîn û firotinê li gorî salên borî baştir e. Bazirganê bi navê Fûad Bavê Delîl jî piştrast kir ku tevgera sûkê li gorî salên borî baştir e û got: "Biha hinekî kêm bûye, vê yekê hişt ku kirîn zêdetir bibe, lê ji bo hin malbatan hîna astengî hene."

TIL BIRAK: TEVÎ MERCÊN ZEHMET CIL TÊN KIRÎN

Li bajarê Til Birakê tevî mercên aborî yên zehmet daxwaza li ser kirîna cilên nû ji bo zarokan baş e.

Xwediyê dikana cilan Eyûb Ebdo got: "Tevî hemû arîşeyan, lê şênî hewl didin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin. Ev bone jêdera kêfxweşiyê ye. Em bi hêvî ne ku ewlehî û aştî ji bo tevahî gelên herêmê pêk were."

TIL TEMIR: TEVÎ ÊRIŞ CEJN

Li bajarê Til Temirê tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker, şên bi çêkirina şêraniyan, kirîna şekir û cilên zarokan cejna Remezanê pêşwazî dikin.

Şêniya bi navê Zehra Emîn der barê amadekariyên cejnê de got: “Tevî mecên zehmet jî bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, me dest bi çêkirina kulîşeyan û kirîna pêdiviyên cejnê kir. Ev cejn boneyeke kêfxweşiyê ye. Em bi hêvî ne ku ev sal ji bo hemûyan sala xêrê be.”

(bb)

ANHA