Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎

Çalakiya konvedanê ya li Amûdê piştî 3 rojan bi tekezkirina berxwedanê li hemberî êrişan bi dawî bû.‎

Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎
Çalakiya konvedanê ya Amûdê bi dawî bû ‎
3 ÇILE, 2024   17:16
QAMIŞLO ‎

Ev 3 roj e bi dehan şêniyên navçeya Amûdê, bajarok û saziyên wê tev li çalakiya konvedanê dibin û îro bi dawî bû. Konê çalakiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê , hate vedan.‎

Di roja 3′yemîn û dawîn a çalakiya konvedanê ya ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê de, ‎şêniyên bajarokê Topo yê girêdayî navçeya Amûdê, meclisa navçeyê, şaredarî û ‎rêveberiyên komînan bi dirûşmên ``Berxwdan jiyan e`` beşdarî konê çalakiyê bûn. ‎

Di bin konê çalakiyê de endama rêvebera Meclisa Navçeya Amûdê Medya Sado axivî. Medya di axaftina ‎xwe de êrişên dewleta Tirk ên li dijî binesazî û gelê herêmê şermezar kirin û bal kişand li ser ‎hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina li dijî herêmê û got: "Erdogan bi nûnertiya komên xwe yên çete ‎weke DAIŞ′ê bi bin ket, niha jî dê berxwedana gelên me êrişên dewleta Tirk ‎têk biçin, me ev hêz û bawerî ji fikirên Rêber Abdullah Ocalan girtiye."‎

Li aliyekî din li ser navê Komîngeha Şehîd Şerîf a navçeya Amûdê Ehmed Kobanê ‎axivî. Ehmed di axaftinên xwe de got armanc ji van êrişan koçberkirina gelê herêmê ye û ‎wiha pê de çû: "Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê herêmê ku êdî tehemûl nake, bi êrişên xwe têk bibe." ‎

Ehmed di dawiya axaftina xwe de berxwedana zindanan û Rêber Abdullah Ocalan silav kir û ‎got: "Em xwediyê mîrasa şehîdan in, em ê bi ruhê berxwedanê bi ser bikevin, êdî bes e ji ‎qirkirinê re, êdî bes e ji dagirkeriyê re."‎

Çalakiya konvedanê bi axaftina li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî bi ‎dawî bû. ‎

Zîwer di afaxtina xwe de diyar kir ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ‎çalakiyên xwe dewam bikin. ‎

‎(lî)‎

ANHA  ‎

‎