Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan peyam ji 11 rêxistinên mirovan re hate şandin

3 rêxistinan peyam ji 11 rêxistinên navneteweyî û cîhanê yên têkildarî mafên mirovan re şand û di peyamê e bang li wan rêxistinan hate kirin ku bi rola xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan rabin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan peyam ji 11 rêxistinên mirovan re hate şandin
3 ÇILE, 2024   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê agahiyên li ser hewldanên nû belav kirin ku însiyatîf bi gelek rêxistinên civakî û hiqûqî re koordîna dike ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Li gorî malperê, bi sponseriya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û bi hevkariya Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek peyam ji rêxistinên navneteweyî û cîhanê yên mafên mirovan re hatin şandin.

Însiyatîfê diyar kir ku peyam ji van rêxistinan re hatine şandin; DMME, Bijîkên Bêsînor, Konseya Ewropa, Komîteya Îşkenceyê ya UN, CPT, Konseya Mafên Mirovan, Heyva Sor a Navneteweyî, WHO, Komkara Erebî û Rêxistina Efû ya Navneteweyî.

Bedevkê însiyatîf Ferzende Munzur demeke berê di 17′ê Kanûnê de ji ajansa me re gotibû, însiyatîfê hezar û 25 îmze ji parêzeran der barê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de kom kirine.

(fr)

ANHA