Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’ê mîn de ye

 Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 35'ê mîn de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’ê mîn de ye
31 kanûn, 2023   11:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di heman armancê xizmên girtiyan jî li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeda Edealetê" kirin.  

Girtiyên ji doz PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin di roja 35'ye mîn deye.

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.