1025 parêzeran serî li Rêxistina Efûyêya Navneteweyî da

Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê îmzeyên xwe bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî reşandin.

1025 parêzeran serî li Rêxistina Efûyêya Navneteweyî da
1025 parêzeran serî li Rêxistina Efûyêya Navneteweyî da
31 kanûn, 2023   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, parêzerên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê jî ketibûn nava hewldanan.

Înîsîyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê (2023) de ji hezar û 25 parêzeran îmze kom kirin.

Îmzeyên ku bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan hatine komkirin, li gel daxwaznameyê bi riya înternetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin şandin.

Îmze her wiha ji bo Ofîsa Sedsalê ya Hiqûqê ku parastina yasayî ya Rêber Abdullah Ocalan dike, re hatine şandin.

ANHA