Çalakiya girtiyên azadiyê di 147 roj e de didome

 Çalakiya girtiyên azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi biryara "boykotkirina dadgehê, hevdîtina malbatê û telefonê" dabûn, di roja 147'emîn de berdewam dike.

Çalakiya girtiyên azadiyê di 147 roj e de didome
21 nîsan, 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYA

Girtiyên azadiymê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. 

Girtiyên azadiyê di 4'ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 147'emîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.