Bafil Talebanî bang kir: Gereke mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên parastin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Hewlêrê bi şandeyek payebilind ya Brîtanyayê re civiya. Di civînê de Talebanî tekezî li aramiya Sûriyeyê û parastina mafên hemû aliyan bi taybet mafên gelê Kurd kiriye.

Bafil Talebanî bang kir: Gereke mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bên parastin
30 tîrmeh, 2025   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê YNK’ê têkildarî hevdîtina Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û şandeya payebilind ya Brîtanyayê ku îro li Hewlêrê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li baregeha Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê pêşwazî li şandeyek payebilind ya Brîtanyayê bi Serokatiya Şêwirmendê Payebilind yê Parastinê yê Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn Edwar AlgrenŞêwirmendê Payebilind ê Parastinê yê Brîtanî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, kir.

Berpirsê Buroya Têkiliyan ya YNK’ê Derbaz Kosret Resûl, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Bextiyar Mihemed û Konsolê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî di hevdîtinê de amade bûn. Di hevdîtinê de li ser pêşketinên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, koordîne û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê hat gotûbêjkirin. Her wiha tekezî li ser berfirehkirina têkiliyan hat kirin.

Bafil Talebanî spasiya xwe ji bo rola hêzên Koalîsyona Navnetewî bi taybetî Brîtanyayê, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hevkariya wan ya bi hêzên Pêşmerge de anî ziman. Her wiha Talebanî da zanîn ku gefa terorê li Iraq û Herêma Kurdistanê hîn bi dawî nebûye û ji bo derbaskirina pirsgirêkên ewlehiyê pêdivî bi stratejî û planên nû heye.

Di hevdîtinê de her wiha li ser geşedanên li Sûriyeyê jî nîqaş hat kirin, tekezî li ser aramiya welat û parastina mafên hemû aliyan, bi taybetî mafên Kurdan li Rojava hat kirin.