‘Birçî û tî bimînin jî em dev ji axa xwe bernadin’
Jinên ji Çilaxayê diyar kir ku jin û gelê herêmê li hember êrişan girîngiyeke mezin didin mezinkirina têkoşînê û yekitiyê û got "birçî jî bimînin dê dev ji axa xwe bernedin".
![‘Birçî û tî bimînin jî em dev ji axa xwe bernadin’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66a537a423578.jpg)
Jinên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê teqezî bi parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir.
Meryem Kebro Cercîs diyar kir ku pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkes bi hev re salvegera 12`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir. Li gorî Meryemê ev îsbat dike ku projeya neteweya demokratîk bi ser ketiye.
Meryemê got 12 sal e gelê herêmê yek e û vê têrê kir ku êrişên li dijî herêmê bên şikandin û wiha domand: "Bi hev re di eniyekê de em li hember êrişan sekinîn. Bi hev re bi ser ketin û dijmin têk bir."
Meryemê bal kişand ser komployên li dijî gelê herêmê û got: "Divê em birêxistinbûyîna xwe xurttir bikin. Dewleta Tirk planên kirêt li dijî herêmê û şoreşa me hazir dike. Divê em baldar bin û armanca xwe di avakirina Sûriyeya demokratîk de bînin cih."
Nisrîn Hemdo jî fedakariyên 12 hezar şehîdan silav kirin û diyar kir ku rê hîna dijwar e û ji bo parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, divê berxwedan bê mezinkirin.
Bi nêrîna Nisrînê, parastina herêmê û destkeftiyên şoreşê di radeya yekemîn de para jinan in, ji ber ku wan şoreş bi rê ve bir û fedakariyên mezin kirin.
Nisrînê wiha berdewam kir: "Em amade ne fedakariyên dîtir bikin. Ji bo azadiya xwe çek rakin û li hember êrişan li ber xwe bidin. Em ê zehmetiyan derbas bikin. Birçî û tî bimînin jî em dev ji axa xwe bernadin."
Meryem Xidêr jî îşaret bi yekitiya gelê herêmê kir û got: "Bi saya wê şoreş bi ser ket. Em soz didin heta dawiyê li ser vê xetê bin."
(şx)
ANHA