‘Armaca dewleta Tirk ji tecrîdê tunekirina Kurdên azad e’

Endamê Înisiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama komployê ye û armaca dewleta Tirk ji tecrîdê tunekirina Kurd û kurdistaniyan e.

‘Armaca dewleta Tirk ji tecrîdê tunekirina Kurdên azad e’
28 tîrmeh 2024   02:35
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Endamê Înisiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Cebraîl Mistefa têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê de ji ajansa me re axivî.

Cebraîl Mistafa diyar kir ku ev 3 sal e nahêlin tu hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk werin û ev yek wekî "Berdewama komploya dewleta Tirk û hevkarê wê" bi nav kir.

Mistefa diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê tecrîdê teslîmbûna Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: "Armaca dewleta Tirk ji tecrîdê teslîmbûna gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan e. Lê tevî ku ev 25 salan e tecrîdê dimeşîne nekarî bigihêje armaca xwe. Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Tu pîvanên dewleta Tirk a dagirker li hemberî qanûnan û destûran tune ne.”

Mistefa anî zimanku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd û PKK’ê tune bike pêwîstî dît ku Rêber Abdullah Ocalan dibin tecrîdêk giran re derbas bike. Lê belê dewleta Tirk hesab nekirbû ku Rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk pêş bixe û di nava gel de bê belavkirin û ji bo gelan bû sedema avakirina biratiya gel. Her wiha zanî ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî li Îmraliyê ye. Ev yek ji bo wan bû  tirs. Ji ber vê jî tecrîdê girantir kirine û her wiha tehdîd ji bo Rêber Abdullah Ocalan şandin."

Cebraîl Mistefa diyar kir ku di peyama KCK'ê de hatibû xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Rêber Abdulalh Ocalan bixe nava mijara bazarê û wiha got: “Di dîrokê de nehatiye kirin ku rêberek bibe mijara bazarê. Ev yek tu carî nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayeke pir qirêjî li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û rewşa Rêber Abdullah Ocalan dikin mijara bazarê. Ev polîtîka jî tu carî nayê qebûlkirin û sînorên exlaqî û hiqûqî derbas kiriye. Helbet ev yek jî bi tundî tê redkirin. Rêxistinên navneteweyî li hemberî dewleta Tirk bê deng in. CPT an jî rêxistinên ku dizanin mafên Rêber Abdullah Ocalan hatiye windakirin, çima bê deng in? Divê gavên cidî bên avêtin.”

Cebraîl Mistafa di dawiya axftina xwe de wiha got: "Divê ji vir û bi şûn de em ji van rêxistinên li hemberî tecrîdê bê deng in, tiştekî hêvî nekin. Divê gelê Kurd û kurdistanî tê bikoşin û berxwedana xwe xurttir bikin heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe.”

ANHA