Bîlançoya Siwêdayê giran dibe: 1490 kes hatine kuştin

Li gorî SOHR’ê, hejmara kesên ku ji 13’ê Tîrmehê ve di bûyerên li Siwêdayê de hatin kuştin bû hezar û 490.

Bîlançoya Siwêdayê giran dibe: 1490 kes hatine kuştin
28 tebax, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 12 jê jin 95 Durzî ji aliyê hêzên girêdayî hikumeta Şamê ve li meydanan hatin qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê, bi vê yekê hejmara kuştiyên bûyerên li Siwêdayê ku di 13’ê Tîrmehê de dest pê kirine, bû hezar 490. Piraniya wan Durzî ne, ji wan 765 kes li qadan hatin qetilkirin.

Bîlanço bi vî rengî ye:

725 şêniyên Siwêdayê ku piraniya wan durzî ne hatin qetilkirin. Ji vê hejmarê re di nav de 21 zarok û 57 jin, bi giştî  167 sivîl li meydanan hatin qetilkirin.

Di nav de 40 ji şêniyên eşîrên bedewî, çekdarekî Lubnanî, 477 endamên wezareta parastinê û ewlehiya giştî hatin kuştin.

15 endamên wezaretên parastinê û hundirîn di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.

Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî avahiya wezareta parastinê ya hikumta Şamê de yek jê jin du kesên nenas hatin kuştin.

Di şerê li Siwêdayê de 2 rojnamevan hatin kuştin.

69 jê jin, 15 zarok û kesekî bi temen di nav de 765 welatiyên Durzî hatin qetilkirin, 20 xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneya Wetanî ya Siwêdayê bi guleyên endamên wezaretên parastin û hundirîn hatin qetilkirin.

Ji eşîrên bedewî, jinek û zarok di nav de 3 kes li qadan bi guleyên çekdarên Durzî hatin qetilkirin.

(bb)