Rageşiya li Someriyê ya Şamê zehmetiyên şêniyan zêdetir kirin

Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta Şamê bi ser taxa Someriyê ya rojavayê Şamê de girt, ketin malan û belgeyên milkiyetê çirandin. Vê yekê di nava welatiyan de tirsa gengaziya koçberiya bi darê zorê çêkir.

Rageşiya li Someriyê ya Şamê zehmetiyên şêniyan zêdetir kirin
28 tebax, 2025   13:45
ŞAM

Ji duh ve li taxa Someriyê ya rojavayê Şamê, piştî hêzên hikumeta Şamê piranî têketinên sereke girtin û tenê du têketin hiştin (yek ji bo şênî bi meşê bikevin û derkevin û yek jî ji bo erebeyan), rageşiyeke ewlehî derket.

Vê yekê hişt ku felcek jiyanî ya qismî di tevgera welatiyan de çêbe. Bi wê re şênî neçar bûn ku musafeyên dirêj bimeşin heta bigihînin mal an ku karên xwe.

Li gorî çavkaniyên taybet, ev rageşî berdeawma dorpêça berê ya li dijî herêmê ye. Ev yek bi hinceta xebatên serjimariyê hat kirin, ketina madeyên xurdemenî û pêdiviyên bingehîn hatin qedexekirin.

Demeke berê ji ber kiryarên leşkerî malbatên li taxê koçber bûbûn, lê careke din ji ber vê rageşiyê ku endamên desthilata heyî dike malbat koçber dibin.

Di 8ˊê Tîrmehê de, çavkaniyên xwecihî ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) re aşkera kiribûn ku kesê bi navê "Emîr" tê naskirin ê ku berpirsê Someriyê ye, heta 72 saetan dem da 300 malbatan ku ji malên xwe derkevin. Berpirs rê neda malbatan ku kel û pelên malê û tiştên xwe yên takakesî bibin.

SOHRˊê destnîşan kiribû ku ev kiryar di bin "hinceta ewlehî" ya nerewa de hate kirin, li hember vê kiryarê tu destek an jî altarnatîfek niştecihbûnê nehat pêşkêşkirin.

Şahidên ji Someriyê duh ji nûçegihanê me re daxuyandibûn ku komek leşkerî bi hemangeheniya Ewlekariya Giştî derbasî taxê bûye, belege û senedeyên milkiyetê yên bi awayekî fermî ji parêzgeha Şamê de derketine çirandin. Komê bi hinceta ku ew belge di serdema rejîma berê de derketine ev kiryar kir û li malbatan zor kir ku ji malên xwe derkevin.

Nûçegihan anî ziman ku şêniyan li ser kiryarên endamên Ewlekariya Giştî axivî û diyar kir ku wan nîşaneyên (O û X) danîn ser dîwarên hin malan. Şêniyan ev gav bi beşek ji hemleya tirsandinê rave kir.

Li gorî wesifkirina şêniyan, malbat bi darê zorê ji malan tên derxistin, bi awayekî tund dan û standinê pê re dikin. Gotinên nebaş ji ciwan û mezinan re dikin.

Duh jî, hin endamên hêzên Şamê bi şûran bi ser malên welatiyên li taxa Şuheda de girt û du ciwan girtin.

Li gorî şahidan, malên ku xwediyên wan ne amade bûn rastî xerakirin û diziyê hatin. Heta malên xwediyên wan hazir jî tevlihev kirin. Li taxê kîrza qutbûna kehrebê zêde bûye û xizmetguzariyên rojane kêm bûn.

Şêniyên wan taxan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku demildest destwerdanê bikin, jiyana welatiyan biparêzin, alîkariyên bigihînin wan, hewldanên koçberî û tirsandinê bisekinin.

(fr)

ANHA