Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist

Li bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Qurbaniyên Windayiyên Darê Zorê ya Navneteweyî çalakiyek hat lidarxistin.

Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
Platforma Malbatên Windayan çalakiyek li dar xist
28 tebax, 2025   14:14
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê bi boneya nêzîkbûna Roja Windayiyên Darê Zorê ya Navneteweyî  (30 Tebaxê), Platforma Malbatên Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiye li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Çalakî bi dirûşma "Deriyên li benda vegera we hîna vekirî ne" li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’ê ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya malbatên windayan, çalakvan û hiqûqnasan hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî pankartên "Dayik hîna li ber pencereyê li bende ne", "Windabûn ji hesin girantir e" û "Bêyî aşkerakirina çarenûsa windayan aştî û siberoj nîn e", "Aşkerakirina çarenûsê destpêka hesabpirsîna ji sûcdaran e" û "Dengê me qut nabe, em ê daxwaza hezkiriyên xwe bikin" hatin vekirin.

Koordînatorê Malbatên Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebas Elî Mûsa ji ajansa me re axivî û got, hejmara malbatên windayiyên ku cihê xwe di platformê de digirin ji 600 heya 700 malbatî ye.

Mûsa diyar kir ku ev çalakî ji bo piştgiriya kesên winda û mallbatên wan e, banga diyarkirina çarenûsa wan e, di heman demê de ji bo pêkanîna heqîqet û edaletê hat lidarxistin.

Dayika rojnamevan Ferhad Hemo yê ku ji 11 salan ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin got "Ez tiştekî der barê kurê xwe û çarenûsa wî de nizanim."

Îlham Ehmed da zanîn wê gelek caran bang li rêxistinên hiqûqî yên têkildarî kirine, lê  heya niha bersiv an agahdarî wernegirtiye.

Îlham carek din bang li rêxistinên hiqûqî û aliyên têkildarî revandiyan kir ku aqûbeta tevahî windayiyan aşkera bikin.

(bb)

ANHA