Bîlançoya lehiya li Meksîkayê: 76 kes mirin

Ji ber lehiya ku beriya 10 rojan li Meksîkayê rabibû 76 kesan jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî winda ne.

Bîlançoya lehiya li Meksîkayê: 76 kes mirin
21 cotmeh, 2025   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya ku hikumeta Meksîkayê duh (20 Cotmeh 2025) weşandibû, ji ber lehiya ku beriya 10 rojan rabûye, 76 kesan jiyana xwe ji dest daye û 27 kes winda ne.

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum di civîneke çapemeniyê de ragihand ku karesat ji ber barana zêde ya çend rojan çêbûye, di encamê de gelek zirar li binesaziyê bûye. Seroka Meksîkayê got: "Bersivdayîna rewşa awarete hîna temam nebûye. Em xebatê didomînin."

Seroka Meksîkayê da zanîn ku beşa yekem a alîkariya darayî ku digihêje 10 milyar peso (466 milyon euro), li derdora hezar malbatên mexdûr hatiye belavkirin.

Eyaleta Hidalgo ya li kêleka paytexta Meksîkayê ku ji 56 bajarokan pêk tê, eyaleta herî mezin a îzole ye. Eyalet ku erdîngariya wê çiyayî ye, ji ber hezaza axê gelekî zirar dîtiye.

Eyaleta Veracruz a li rojhilatê welêt li peravên Kendava Meksîkayê jî, herî zêde lehiyê bandor lê kiriye.

Bi kêmanî 12 hezar û 700 leşkerên hêzên bejahî û yên deryayî alîkarî li xelkên li deverên karesatê belav dikin.

(bb)