Bîlançoya 24ˈê Çile: 6 çete hatin kuştin û 2 erebe hatin îmhakirin

Li derdora Pira Qereqozaqê di çalakiyên bersivdayînê yên QSDˈê de 6 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn û 2 erebeyên wan hatin îmhakirin.

Bîlançoya 24ˈê Çile: 6 çete hatin kuştin û 2 erebe hatin îmhakirin
25 ÇILE, 2025   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê di daxuyaniya xwe de bîlançoya duh (24 Çile) ya berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dij êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me duh (Înê) li eniya Pira Qereqozaqê (li gundên Qelet El Necim, gundê Hoşeriyê û Girê Xwedê yên başûrê rojhilatê Minbicê) li baregehên çeteyan xistin. Bi qasî hat tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.

Hêzên me li rojhilatê bajarê Minbicê  pergala radarê ya dagirkeran rûxand.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku êrişên xwe li ser gundên herêmê zêde kirin, li gundê Xeseq û gundê Tînayê du êriş, li gundê Şebaniya 2 êriş û li gundê Bîr Hisoyê jî êrişek pêk anîn. Lê tu zerar çênebûn. Dagirkeran bi dijwarî li gundên gundên Bîr Hos, Tîne, Dîkan, Girê Sêvê û Pira Qereqozaqê bi obîsên giran, topên hawanan û moşekan topbaran kirin, li vir jî zerar çênebûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrişî Girê Syriatel bikin, lê ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hatin hedefkirin û erebeya wan a leşkerî ya "Toyota " hat rûxandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan li eniya Dêr Hafirê êrişî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me li wan dan û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zanîn. Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn bi çekên giran li kombûnên çeteyan xistin û erebeyek wan îmha kirin.

Bîlançoya duh a windahiyên dijmin: 6 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn û 2 erebeyên wan hatin îmhakirin."

(bb)