’Bila cîhan çavê xwe li sûcên hikumetê negire’

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kir ku gelê Şêxmeqûsd û Eşrefiyê berxwedaneke dîrokî li hemberî çeteyan raber kir û got, divê cîhanê çavê xwe li sûcên ku çeteyan li herdu taxan kirine negire.

’Bila cîhan çavê xwe li sûcên hikumetê negire’
11 ÇILE, 2026   11:29
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê der barê berxwedana gelên taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên li dijî çeteyên hikumeta veguhêz û yên dewleta Tirk a dagirker de nêrînên xwe, ji ANHA`yê re anîn ziman.

Aram Etî diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya gelê taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê dikin û wiha got: "Em wek ciwanên Kobanê em bi hemû hêza xwe li pişta gelê xwe yên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ne. Em tu carî gelê Şexmeqsud û Eşrefiyê bi tenê nahêlin. Em bi tundî êrişên li ser her du taxan şermezar dikin û çi ji me were xwestin em amade ne bikin."

Ronya Mihemed Bozan êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û wiha got: "Divê cîhan çavên xwe ji van qetliam û hovîtiya ku li ser her du taxan hatine kirin, negire.  Divê van êrişan tavilê bidin rawestandin. Ji ber ku gelê me yê sivîl ên li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê tên qetilkirin û dijmin komkujiyan di derheqê sivîlan de pêk tîn in. Em bang li  cîhanê dikin, bila ji bo gelên Şêxmeqsud û Eşrefiyê rabin ser piyan."

Ronya anî ziman ku ew bi gelê taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê re ne û wiha got: "Em berxwedana gelên Şêxmeqsud û Eşrefiyê silav dikin, em ji gelên xwe re dibêjin, em li pişta we ne û çi ji me re xwestin em amade ne."

`EM LI PIŞTA GELÊ XWE NE`

Arif Balî da zanîn ku divê hemû cîhan çavên xwe ji van êrişên li ser gelê Kurd têne kirin, vekin û wiha got: "Em gelekî berxwedêr in. Me li ser xeta Mazlûm û Egîdan xwe bi rêxistin kiriye. Ji ber vê yekê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û asta têkoşîna xwe li hember dijmin xurtir bikin. Gelê me yê Şêxmeqsud û Eşrefiyê bi rengek bê hempa  li ber xwe da û têkoşîn kir. Em her tim li pişta gelê xwe ne û wê her tim serkeftin ya me be."

(h)

ANHA