Bijîşkên Laziqiyê rewşa debarê û derengmayîna mûçeyan rabûn protesto kir

Bijîşkên nexweşxaneyên Laziqiyê banga başkirina mûçeyan, şert û mercên xebatê kir.

Bijîşkên Laziqiyê rewşa debarê û derengmayîna mûçeyan rabûn protesto kir
16 sibat, 2026   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku bijîşkên Nexweşxaneya Wetenî ya Laziqiyê û nexweşxaneyên dîtir ên Gerînendetiya Tenduristiyê hilweşîna rewşa jiyan, derengmayîna mûçeyan û zextên pîşeyî yên zêde protesto kir.

Li gorî SOHRˊê, bijîşkan di daxuyaniyê de diyar kir ku di gel bilindbûna lêçûna debarê, kirêyên veguhastinê, nebûna bicihbûna guncaw, sozên dubare yên bilindkirina mûçeyan protesto kir.

Di daxuyaniyê de bijîşkan 10 daxwazên sereke kirin; jinûve  berbiçavgirtina yasaya rûniştinê ya ji bo niştecîbûnê û beşdarkirina bijîşkên niştecî di nivîsandina wê de, destnîşankirina saetên xebatê bi awayekî ku herî kêm bêhnvedanê misoger bike, pabendbûna bi dayîna mûçe û xercên xwezaya kar bi rêk û pêk, zêdekirina mûçeyan li gorî qebareya berpirsiyarî û hewldana ku tê dayîn û dabînkirina parastina pêwîst ji bo bijîşkan ji her êrişekê.

Protestoyan banga peydakirina rêbazên veguhastina guncaw, xwarina baş di hundirê nexweşxaneyan de, xebitîna li ser avakirian desteyek serbixwe ku bijîşkên niştecî temsîl bike, daxwaz û giliyên wan ji aliyên eleqedar re rake, hat kirin.

Bijîşkan heta 7 rojan dema da ku bersiva daxwazên wan werin dayîn û got ger bersiv nehat dayîn dê ji 22ˊyê Sibatê ve, wekî gaveke parastina mafên xwe yên pîşeyî û mirovî, kar tenê bi beşên ambulancê, lênêrîna giran, emeliyetên lezgîn sînordar be.

(fr)