Bihar Kobanê: Parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke exlaqî û wijdanî ye

Yek ji gaziya şer Biharê Kobanê êrîşên li ser Şoreşa Rojava û dorpêça li ser Kobanê şermezar kir û got: “Parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke exlaqî û wijdanî ye.”

Bihar Kobanê: Parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke exlaqî û wijdanî ye
8 sibat, 2026   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Bihar Kobanê têkildarî êrîşên li ser Rojava nêrînên xwe anîn ziman.

Biharê diyar kir ku li hember gelê Kurd ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan da û cîhan ji tehlûkeyeke mezin rizgar kir êrîşên bêbext hene û got, “Weke tê dîtin di wan êrîşan de bajarê Kobanê yê 2014-2015’an li hember çeteyan berxwedaneke dîrokî pêş xist û bi vê berxwedanê re DAÎŞ ber bi têkçûnê ve çû dorpeç heye. Ew berxwedan ji bo çeteyên HTŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk bibû derdekî mezin. Lewma tevî hemû bangan jî wê dorpêça derexlaqî didomînin.”

Gaziya şer Bihar Kobanê berxwedan û îradeya gelê Rojava silav kir û ev anî ziman, “Ew hêzên plan dikirin wê Şoreşa Rojava bi temamî ji holê rakin rastî vîna gelê berxwedêr hatin. Gelê me yê ji bo bi awayekî azad bijî bi hezaran şehîd û birîndar dane, bi rojane li kolanan nobetê digirin. Li rex keç û xortên xwe yên fedaî parastina xak û kerameta dikin. Ti kes nikare vî gelî têk bibe. Gelê Rojava yê bi salan e li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo xwe perwerde kiriye, wê paşde gavan navêje.”

Bihar Kobanê bal kişand ku berxwedana gelê Kurd a li Rojava tenê mijareke neteweyî nîne, xisûseke mirovî ye û ev anî ziman, “Şoreşa Rojava ya li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêş dikeve, ji bo hemû jinan û civakan rizgariya ji hemû pergalên zordar û zextdar e. Sîstema hegemon vê paradîgmayê ji bo pêşeroja xwe xeter dibîne. Ji ber eger ev paradîgma li cîhanê pêş bikeve wê nema karîbin zilm û zorê li gelan bikin. Lê em ê weke jinên şoreşger paradîgmaya Rêbertiya xwe tevî hemû êrîşan jî pêş bixin.”

Biharê anî ziman ku dijminan wisa kir ku dayikên me jî neçar bimînin çekan hilgirin û wiha domand, “Ez wan dayikên me yên pîroz û hêja silav dikim. Bi dehan salan e wan dayikên me ji bo aştî û aramiyê dengê xwe bilind dikirin. Lê dagirkeran û çeteyên girêdayî wan dixwazin xaka me dagir bikin û şoreşa me hilweşînin. Ew dayikên me yên giranbiha jî îro çek kirine destê xwe, ji bo hebûn û xaka xwe di nav berxwedanê cih digirin. Me ev şoreş bi xwîn û keda bi hezaran şehîdan ava kir. Em ê heya dawiyê şoreşa gelan û jinan biparêzin. Parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke exlaqî û wijdanî ye.”

Endama (FGBRS)’ê û gaziya şer Bihar Kobanê di dawiyê de jî got, “Pêwîst e her kesên xwedî wijdan ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê rabin ser piyan. Ti hêz nikare xwe li hember deng û bertekên gelan û jinan bigirin. Em timî aligirên aştî û aramiyê ne. Lê eger hinek bi êrîşên îmha û tinekirinê bên ser me em ê heya dawiyê şer û berxwedana xwe bikin. Ez bi baweriyeke pir mezin dikarim bêjim ku wê serkeftin a me be. Ez tevahî berxwedêrên me yên li çeperan ji dil û can silav dikim.”