Bihabûn û pirsgirêkên xizmetguzariyê barê şêniyan giran kiriye

Şêniyên Hesekê anî ziman ku bihabûna sotemeniyê û pirsgirêkên xizmetguzariyê barê wan gelekî giran kiriye.

8 îlon, 2026   05:05
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li Hesekê piştî bihabûna sotemeniyê û kel û pelan, tevgera li bazarê kêm bûye û pirsgirêkên elektrîk, av û nan nayên çareserkirin. Şêniyên Hesekê li ser rewşa xizmetguzariyê ji ANHA`yê re axivîn. 

Ehmed El Nehar got: "Rewşa bajarê Hesekê ji hemû aliyan ve xirab e, tevgera bazirganiyê gelekî kêm bûye, dikandar gazincan dikin ku xelk nema tiştekî dikire. Êdî ji ber bihabûna sotemeniyê û pereyên nû nayên peydakirin, em gelek zehmetê dibînin. Ez dikandar im, carinan di rojê de tenê yek kes tê dikanê. Ji ber pereyên nû nîn in, welatî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, pereyên nû bi wan re nîn in ku nanên xwe bikirin."

Ji bo pirsgirêka avê û elektrîkê jî El Nehar got: "Pirsgirêka avê hîna çareser nebûye, av nagihêjê hinek kolanên giştî û şebekeyên ku şikestine hîna çênekirine. Jixwe elektrîka me ji meha borî ve nîn e, xwediyên jeneratoran ji ber bihabûna mazotê êdî emperekê bi 12 dolarên amerîkî difiroşin."

Her wiha Seed Mihemed got: "Bêkarî heye û pirsgirêka aborî mezin dibe, em nikarin debara jiyana xwe bikin, piştî mazot biha bû êdî elektrîk nîn e û empêr gelekî biha bûne."

Ehmed El Hiwêca jî got: "Li Hesekê girîngiyê nadin pirsgirêkên xizmetguzariyê, çop li kolanên bajêr kom bûye û paqij nakin. Heke em pereyên nû nedin, nan nadin me û pereyên nû li bajêr nayên peydakirin. Piştî ku mazot biha bûye êdî kirêya erebeyan zêde bûye û em nema dikarin biçin û werin."

(np)

ANHA