Li Behdînanê li hember dagirkeriya gel daket qadan

Şêniyên Amêdî û Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabûn. Şêniyan rêya sereke ya di navbera Dêrelok û Amêdiyê de girtiye.

Li Behdînanê li hember dagirkeriya gel daket qadan
10 tîrmeh 2024   14:14
NAVENDA NÛÇEAYN

Li gorî agahiyên çapemeniya ji Başûrê Kurdistanê dane, eşîrên Rêkanî, Nêrweyî, Nihêlî, Amêdî, Zêbarî ên li gundên Guherzê, Belava, Berçê, Kanê û Aşka yên Amêdiyê û Şêladizê yên ser bi Dihokê ve, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketina qadan.

Li gorî agahiyan welatiyan rêya sereke ya di navbera Dêrelok û Amêdiyê de girtiye û daxwaza rawestandina dagirkeriyê dikin.

Welatî di çalakiya xwe de banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê dikin. Tê gotin heya niha jî çalakiya welatiyan dewam dike.

Her wiha şêniyên gundên Dêralok, Spîndarê û Mijê jî li dijî dagirkeriya Tirk serî rakiriye.