Bi raporekê sûcên dagirkeriyê li Girê Spî hatin aşkerakirin

Navenda Hiqûqî ya Belgekirina Binpêkirinan der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Girê Spî û gundewarên raporek belav kir.

Bi raporekê sûcên dagirkeriyê li Girê Spî hatin aşkerakirin
23 cotmeh, 2024   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Hiqûqî ya Belgekirina Binpêkirinan di rapora xwe de gelek sûcên wekî êşkencekirina şêniyên resen, revandin, xwestina pereyan û koçberkirina bi darê zorê aşkera kirin.

Navendê, ku agahiyên xwe xwe spartiye çavkaniyên xwecih diyar kir ku bi armanca ferzkirina pere û fidyeyan çete êşkenceyê li welatiyan dikin. Her wiha çete mal û milkên welatiyan talan dikin.

Navendê di raporê de destnîşan kir ku heta li dijî jinan û zarokan jî sûcan dikin, bi vê yekê mafên mirovan û qanûnên navneteweyî bin pê dikin.

Her wiha, hat diyarkirin ku li bajarê Girê Spî yê dagirkirî pêla koçberiyê jî, anku reva ji rewşên zehmet û zordariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, zêde bûye.

Di raporê de metirsî li ser dewamkirina van sûcan hat nîşandan û hat gotin ev sûc bi armanca guhartina demografiya herêmê ye.

(mh/fr)

ANHA