Bi hezaran xwendekarên ku vedigerin Efrînê nikarin bikevin ezmûnan

Li Sûriyeyê ezmûnên xwendekarên dibistanên amadehiyê û navîn dest pê kir, lê bi hezaran xwendekarên Efrînê ku ji koçberiyê vegeriyane Efrînê û li gorî rêbazên Rêveberiya Xweser perwerde bûne, hîn jî nikarin ezmûnên xwe pêk bînin.

Bi hezaran xwendekarên ku vedigerin Efrînê nikarin bikevin ezmûnan
8 hezîran, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji meha Adara vê salê heta îro, nêzî 5 hezar û 400 malbatên ji Efrînê yên koçber vegeriyan malên xwe, lê çarenûsa xwendekaran hîn jî ne diyar e, her çend ezmûnên amadeyî û navîn li seranserê Sûriyeyê dest pê kirine lê xwendekarên ku vegeriyane Efrînê nikarin bikevin ezmûnan.

Ezmûnên dawiya salê yên amadehiyê 4`ê Hezîranê û ezmûnên dibistana navîn 6`ê Hezîranê li seranserê Sûriyeyê dest pê kirin. Lê xwendekarên ji Efrînê ku li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendine û niha vegeriyane malên xwe, ji ber pirsgirêkên çaresernekirî yên der barê perwerdeya wan de, hîn jî ew ezmûn nekirine.

Ji ber nebûna mekanîzmayên hikumetê yên zelal, xwendekarên ku ji herêmên Rêveberiya Xweser vedigerin Efrînê bi siberojeke perwerdeyê ya nediyar re rû bi rû ne, ji ber ku hîn tu tedbîr nehatine girtin da ku ew bikarin xwendina xwe temam bikin.

Xwendekarekî dibistana navîn ku li dibistanên Rêveberiya Xweser xwendiye û vê dawiyê vegeriyaye Efrînê ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku wî tu daxuyaniyeke fermî nedîtiye ku destûrê bide wî û xwendekarên din ên vegeriyayî ku ezmûnan bikin, an jî xwe qeyd bikin. Lewma wan nekarî ezmûnan pêk bînin.

Wî her wiha diyar kir ku gelek hevalên wî neçar man ku biçin bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobanî da ku ezmûnan li dibistanên Rêveberiya Xweser pêk bînin, ji ber nebûna çarçoveyeke perwerdeyê ya yekgirtî û mekanîzmayeke lihevkirî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ji bo çareserkirina rewşa xwendekarên vegeriyayî.

Rêveberê Perwerdeyê yê Hesekê Ednan Berî di hevpeyvînekê li gel ajansa me de diyar kiribû ku yekbûna perwerdeyê ji aliyê îdarî ve di qonaxên xwe yên dawî de ye, lê pirsgirêkên têkildarî pêvajoya perwerde û hînkirinê hîn jî tên gotûbêjkirin, bi taybet ên têkildarî pêşxistina rêbazên xwendinê yên neteweyî yên yekgirtî.

(k)