Bi hezaran şêniyên Cizîrê sersaxî da malbatên şehîdên berxwedana Tişrînê

Bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên kantoan Cizîrê sersaxî da malbatên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û diyar kir ku ji bo têkbirina hewldanên qirkirina gel wan rêya şerê gel ê şoreşgerê hilbijartiye.

Bi hezaran şêniyên Cizîrê sersaxî da malbatên şehîdên berxwedana Tişrînê
Bi hezaran şêniyên Cizîrê sersaxî da malbatên şehîdên berxwedana Tişrînê
Bi hezaran şêniyên Cizîrê sersaxî da malbatên şehîdên berxwedana Tişrînê
25 ÇILE, 2025   16:52
QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên ji pêkhateyên kantona Cizîrê  li bin konê sersaxiyê yê li navenda Ciwanên Şoreşger a Dêrik û Girkê Legê hatiye vedan sersaxî da malbatên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê şehîd Mihyedîn Omer, Mihemed Şefîq Îsmaîl û Hezna Ebdê.

Li bin konê sersaxiyê, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayhan Murad axivî û diyar kir ku beşdariya xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di berxwedana Bendava Tişrînê de ji bo cîhanê peyamek e ku gelê herêmê rêya şerê gel ê şoreşgerî hilbijartiye.

Ayhan wiha domand: "Yektiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen domandina fikira neteweya demokratîk e ku ji bo Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk e."

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Salih Omer jî axivî û diyar kir ku bi çi berdêlê dibe bila bibe ew ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.

Omer destnîşan kir ku berdewamkirina berxwedana pêkhateyên herêmê rêbaza gihandina Sûriyeyê ber bi dewleteke demokratîk a nenavendî ku tê de hemû sûriyeyiyan hembêz bike, ye.

Di dawiyê de wesîqeyên şehdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA