Bi hezaran kes li Bendava Tişrînê ne

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî xwe gihandin Bendava Tişrînê.

Bi hezaran kes li Bendava Tişrînê ne
8 ÇILE, 2025   17:21
TIŞRÎN

Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê îro ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama êrişê de ji gel birîndar çêbûn.

Lê tevî hemû êriş û bombebaranan jî, bi hezaran kes di meşin bendavê.

Welatiyên ku ji wesayîtan peya bûn, ber bi bendavê ve dest bi meşê kir.

Bi hezaran welatî piştî meşa dirêj gihîştin ser Bendava Tişrînê.

Gel li vir bi diruşmeyan dijberiya xwe ya li hemberî şer û dilsoziya xwe ya ji bo parastina nirxên civakê anîn ziman.

Sekna gel ya li ser bendavê didome.

(ekîp/fr)

ANHA