Şervanê HRE’yê Deştî Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan kir ku şervanê wan Deştî Efrîn dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye.

Şervanê HRE’yê Deştî Efrîn şehîd bû
30 nîsan, 2024   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE’yê derbarê mijarê de li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û nasnameya şervanê şehîd eşkere kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevrêyê me Deştî Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê, kar û xebatên xwe dida meşandin, roja 28’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Hevrêyê me Deştî Efrîn bi navê xwe yê rast Arif Reşkilo li bajarê Efrînê di malbateke welatparêz ku bi tevlîbûna wan a nava refên azadiyê tê naskirin ji dayik dibe. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Ji şerê Helebê heta Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi hestên welatperwerî û wijdanî bi erk û wezîfeya xwe ya mirovî rabû. Bi taybetî piştî ku di sala 2018’an de Efrîn li pêş çavê cîhanê bi konsepteke taybet a giştî hate dagirkirin, bêyî ku raweste xwe di her waran de tanzîm kir, têkildarî mijarên ku tê da kêm û lawaz dima xwe perwerde kir, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe da çeperên şer. Ji roja ku tevlî nava refên me bûye heya van kêliyan jî hevrêyê me rixmê hemû kêliyên zor û zehmet jî li kêleka hevrê û hogirên xwe şerê azadî û serxwebûna welat da meşandin. Li her devera ku çû û kar da meşand, bi hezkirin û hevaltiya xwe ya rast û ji dil hate hezkirin. Hemû erk û wezîfeyên ku jê re hatin dayîn bi şêwaz û tempoyek bilind pêk anîn; xwe ti deman ji erkên hatine dayîn neda milekî û pêşengtî ji hevalên kêleka xwe re kir.

Em di serî de ji malbata hêja ya Deştî Efrîn û ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin; careke din soz didin ku em ê xeta têkoşîna şehîdên xwe esas bigirin û armancên wan bi ser bixin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Deştî

Nav û Paşnav: Arif Reşkilo

Navê Dayikê: Meqbule

Navê Bav: Arif

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 28’ê Nîsana 2024”