Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin

Lijneya Hilbijartinê ya Kantona Cizîrê ku ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyan pêk tê, hat hilbijartin. 

Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê hat avakirin
29 nîsan, 2024   13:58
QAMIŞLO

Piştî erêkirina Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û avakirina Lijneya Komîseriya Bilind, li kantonan jî lijneyên hilbijartinê tên diyarikrin. 

Li kantonên Reqa û Dêrazorê duh lijneyên hilbijartinê hatibûn diyarkirin, îro jî Meclisan Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîre ji bo avakirina Lijneya Hilbijartinê ya kantonê civiya.

Di civîna ku li avahiya meclisê ya li Amûdê hat lidarxistin de, kesên ji bo lijneyê hatibûn pêşniyarkirin û ji Kurd, Ereb, Suryan û nûnerên baweriyan pêk tên, yek bi yek xwe dan nasîn.

Li gorî Hevpeymana Civakî pêwîste di avakirina lejneyan de temsîla jin, netew û baweriyan li ber çavan bê girtin.

Di diyarkirina Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê de jî li gorî yasayan tevgerin çêbû û di encamê namzetên 5 Kurd, 5 Ereb, 5 Suryan yek Êzidî wekî endamên lijneyê hatin diyarkirin. Ji 16 endaman 9 jinin.

Kesên hatin hilbijartin piştre li pêşiya meclisê sûnd xwarin.

Li gorî Qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinê pêwîste Lijneya Hilbijartinê ya Cizîrê ji 22 kesan pêk wêre. Lewma wê 6 kesên din jî werin diyarkirin. Ji 22 kesan jî wê 11 jin, 11 mêr bin.

(a)

ANHA