Bi dron û mûşekan êrişî Konsulxaneya Amerîka ya li Bexda hat kirin

Hat diyarkirin ku bi dron û mûşekan êrişî konsulxaneya Amerîka ya li Bexda hatiye kirin.

Bi dron û mûşekan êrişî Konsulxaneya Amerîka ya li Bexda hat kirin
17 adar, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, bi dron û mûşekan êrişî konsulxaneya Amerîka ya li Bexdayê hate kirin.

Hate ragihandin ku her çend sîstema parastina esmanî C-RAM hewldana tinekirina mûşek û dronan dabe jî yek ji êrişan gihişte armanca xwe û bû sedema agir li salona konsulxaneyê bilind bibe.

Heta niha têkildarî ziyanên canî ti agahî nehatiye bidestxistin.