Bi dîmen çete ji herêma Çelebiyê ya Kobanê direvin

Ajansa me dîmenek parve kir ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji herêma Çelebiyê ya gundewarê Kobanê direvin.

Bi dîmen çete ji herêma Çelebiyê ya Kobanê direvin
20 ÇILE, 2026   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmena ku ajansa me bi dest xistiye de diyar dibe ku çeteyên hikumeta demkî, piştî derbeyên giran ji destê şervanên QSDˊê li herêma Çelebiyê ya Kobanê xwarin, direvin.

Nûçegihana me beriya saetekê diyar kiribû ku şervanên QSDˊê û YPJˊê li herêma Çelebiyê ya Kobanê derbên giran li çeteyên hikumeta demkî dan, gelek ji wan kuştin û 5 dîl girtin.

(fr)

ANHA