Foza Yûsif bangek lezgîn kir: Gelê Kurd rûbirûyî xeteriyê ye

Endama Desteya Serokatiya PYDˊê bang li tevahî gelên cîhanê yên azad kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û hişyarî der barê xeteriya qirkirinê da. Foza got şervanên Kurd ên ku şerê DAIŞˊê kir îro bi destê bermahiyên DAIŞˊê û hêzên cîhadîst rûbirûyî xeteriya mirinê ne.

Foza Yûsif bangek lezgîn kir: Gelê Kurd rûbirûyî xeteriyê ye
20 ÇILE, 2026   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Desteya Serokatiya PYDˊê Foza Yûsif bangek lezgîn li tevahî gelên cîhanê yên azad kir û got şervanên Kurd ên ku mirovahî ji DAIŞˊê rizgar kir îro bi destê bermahiyên DAIŞˊê û hêzên cîhadîst di bin navê "Artêşa Erebî ya Sûrî" de rûbirûyî qirkirinê ne.

Foza hişyarî da ku êdî gelê Kurd rûbirûyî xeteriya qirkirinê ye û bang li tevahî azadîxwazan kir ku piştgiriyê bidin Rojava.

(fr)