Bi dehan welatiyên Kurd li Efrînê hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan welatî ji bajarê Mabeta û gundewarê wê revandin.

Bi dehan welatiyên Kurd li Efrînê hatin revandin
6 sibat, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan mêr û ciwan li nava sûka bajêr revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên bi navê "Emşat" ji bo serbestberdanê pere ji malbatên wan revandiyan xwestin.

Çavkaniyan navên hin revandiyan belge kirin û wiha ne: Xelîl Bêrem, Mihemed Bêrem, Mihemed Yûsif, Ciwan Yûsif, Arif Yûsif, Şiyar Yûsif, Îbo Şabo, Luqman Şabo, Mihemed Welîd Şabo, Arif Yûsif (70), Luqman El Omer (50), Îbrahîm Izet Şabo, Îbrahîm Mistefa û Rêzan Omer.

(fr)

ANHA