Li Minbicê teqîneke din

Li hundirê bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin teqîneke din pêk hat, lê tu agahiyên der barê ziyan û windahiyan de bi dest neketin.

Li Minbicê teqîneke din
6 sibat, 2025   21:18

Şahidên ji Minbicê diyar kir ku dengê teqînekê ji nêzî navenda trafîkê hat bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li nêzî baregeheke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqînek çêbû.

Bi vê teqînê ve, di kêmtirî 2 mehan de li Minbic û gundewarên wê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, 11 teqîn çêbûn. Li kêlek wê jî sûcên qetilkirin, revandin û talankirina mal û milkên welatiyan dewam dikin.

(fr)

ANHA