Li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a Hesekê 2 şehîdên QSD’ê hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 2 şervanên QSD'ê oxir kirin û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna armancên wan dubare kir.

4 hezîran, 2025   21:44
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mihemed Hemade El Fetah û şehîd Hisên Şibil El Sekne li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê bajêr, oxir kirin.

Şehîd Mihemed Hemade El Fetah di 1'ê Gulanê de û şehîd Hisên Şibil El Sekne di 29'ê Çileyê de şehîd bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Hewas axivî û got: "Serê her du malbatan û hêzên me yên leşkerî sax be. Em îro li vê xaka paqij şehîdên ku dîrok bi fedakariya xwe nivîsandine û daxmyek serbilindî ji bo her welatparêzekî hiştiye, bi bîr tînin."

Necah wiha domand: "Şehîd bi wêrekî li hember mirinê sekinî heta gihîşt asta şehadetê, ji ber ku dizanî rûmet nayê kirîn û welat nayên firotin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Salar Hesekê jî fedakariya şehîdan a li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê silav kir û soza domandina têkoşînê û avakirina civakeke azad û edalet dubare kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û cenazeyên wan bi siloganên "Şehîd Namirin" hatin oxirkirin.

(mh/fr)