‘Bi berxwedana şervanan Kobanê mohra xwe li dîrokê xist’

Şervanên li eniya Kobanê anîn ziman ku şervanan Kobanê di 2014`an de ji çeteyên DAIŞ`ê parast û bi saya berxwedana şervanan Kobanê mohra xwe li dîrokê xist.

‘Bi berxwedana şervanan Kobanê mohra xwe li dîrokê xist’
1 ÇILE, 2025   06:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Ev demek e êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, lê ruxmî êrişan jî şervan li ber xwe didin.

Der barê berxwedanê de şervanên eniya Kobanê, ji ANHA’yê re axivîn.

Reşo Metîn diyar kir ku di demên dawîn de amadekariyên wan ji bo şer hatin kirin û got: “Ji bo ev pêvajoya dawîn a li ser herêmê amadekariyên me li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kirin da ku em karibin parastina axa xwe û gelê xwe bikin.”

Reşo da zanîn ku Kobanê sembola berxwedanê ye û wiha dom kir: “Dema ku di 2024`an de çawa ku çeteyên DAIŞ`ê bi destê dewleta Tirk êrişî Kobanê kiribû, lê şervanên me bi berxwedaneke herî mezin tê koşiyan û ew çete di Kobanê de têk birin, ji wê demê de Kobanê mohra xwe li dîrokê nivîsand.”

Reşo Metîn diyar kir ku her çi qasî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê bikin jî ew ê li ber xwe bidin û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û her tim di nava têkoşînê de bin. Em ê ji zarokên biçûk heta kal û pîrên me, em ê li ber xwe bidin û li hember êrişên dagirkeriyê bibin bend.”

Rênas Mistefa da zanîn ku ew ê her tim li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin û got: “Em wek şervanên Kobanê temen çi dibe bila bibe em ê Kobanê biparêzin. Em tu carî nahêlin dagirker derbasî herêma me bibin, em ê bi saya berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriyê tê bikoşin.”

Mistefa anî ziman ku heta yek ji wan hebe ew ê nahêlin tu carî Kobanê bikeve bin destê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze vîna me bişkîne, lê tu carî hêz û vîna me naşike, ji ber ku em xwedî wê baweriyê ne. Dê her tim serkeftin a me be.”

Rênas Mistefa diyar kir ku heta ku gelê wan li pişta wan be tu carî êrişên dagirkeriyê morala wan naxin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her tim xwedî moral in, ji ber ku em hêz û morala xwe ji gelê xwe digirin. Ji ber vê yekê em ê heta dawiyê gelê xwe û axa xwe ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin.”

ANHA