Şêniyên Dirbêsiyê: Nirxandinên Rêbertî rêya aştiyê ne

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jiyana hevbeş, aştî, azadî û rûmeta gelên Rojhilata Navîn de rêya çareserkirina pirsgirêkên herêmê ne.

 Şêniyên Dirbêsiyê: Nirxandinên Rêbertî rêya aştiyê ne
1 ÇILE, 2025   03:10
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şandeyeke DEM Partiyê ku ji parlamenter Sirri Sureya Onder û Perwîn Bûldan pêk dihat, 28`ê Kanûnê çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, şandeyê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê çareserkirina aloziyên li herêma Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd de parve kirin. Şêniyên bajarê Dirbêsiyê piştî ku li wan nirxandinan guhdar kir, got ew piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî dikin.

Hemîd Meîş kêfxweşiya xwe bi pêkhatina hevdîtina ligel Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo pêvajoya aştiyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek girîng e.

Hemîd Meîş wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku raman û felsefeya wî ya ku banga aştiyê dike, bi hêz e û ew felsefe xwedî bandorekî mezin li Rojhilata Navîn e."

Meîş diyar kir ku gelê Kurd bi Rêber Abdullah Ocalan bawer e û li ser şopa wî dimeşe û got: "Dewleta Tirk êdî fêm kiriye ku çareseriya pirsgirêka Kurd di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Hevdîtinên vê dawiyê yên li Îmraliyê jî vê yekê îsbat dikin."

Seîde Ehmed jî got çareseriya pirsgirêka Kurd û aloziyên li Rojhilata Navîn di ramanên Rêber Abdullah Ocalan de nixumandî ye.

Seîdeyê wiha domand: "Rêbertî ji me re felsefeya biratiyê û aştiyê pêşkêş kir. Em ê jî li ser şopa wî bin. Em ê felsefeyê bixin pratîkê. Bi wê re dê aştî di navbera gelên herêmê de belav bibin."

Şêniyên Dirbêsiyê got ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya bidestxistina azadiyê û ewlehiyê li herêmê Rojhilata Navîn e.

(şx)

ANHA