′Bêyî hevgirtin û diyalogên navxweyî çareserî ne pêkan e′

Aktîvîst û siyasetmdar diyar kirin ku bêyî hevgirtin û diyalogên navxweyî aloziya Sûriyeyê çareser nabe.

′Bêyî hevgirtin û diyalogên navxweyî çareserî ne pêkan e′
12 mijdar 2023   04:48
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Aktîvîst û siyasetmedarên sûriyeyî destnîşan dikin ku li gel geşedanên siyasî û leşkerî yên li cîhanê rû didin û li gel nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî yên li ser hegemoyê li Sûriyeyê, diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî gelek girîng e. Li gor wan, diyalogên navxweyî û hevgirtina aliyên sûriyeyî rêya yekane ya bidawîkirina aloziyê ye.

Siyasetmedar Basil Teqyedîn got, diyaloga navxweyî gelek girîng e û wiha domand: “Bê guman, ji ber ku em sûriyeyî ne û li Sûriyeyê ne, ev diyalog tevahî sûriyeyiyan kom dike, ji ber wê girîng e. Di heman demê de ev diyalog ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên gel, di serî de pirsgirêka Kurd pêwîstiyek e. Diyaloga navxweyî dihêle her pêkhateyek xwe îsbat bike, taybetmendiya xwe di bin siya sûriyeyeke yekbûyî de biparêze û pirsgirêkên xwe çareser bike.”

Teqyedîn diyaloga navxweyî wekî rêya bingehîn a bidawîkirina aloziya Sûriyeyê nirxand û wiha pê de çû: “Gelê Sûriyeyê tenê daxwazên xwe dizane, lew ra aloziya Sûriyeyê li derve çareser nabe. Hêzên herêmî jî li ser hesabê gelê Sûriyeyê li berjewendiyên xwe digerin."

Basil Teqyedîn  destnîşan kir ku gelek dewletên derve yên dest li Sûriyeyê wer didin, xizmeta ajandiyên xwe tenê dikin û got: ′′Bi diyaloga navxweyî ya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de, em dikarin bigihêjin formulekê ku çareseriyê ji her kesî re mîsoger bike û Sûriye û yekitiya xaka wê biparêze.”

Aktîvîstê sivîl Mihemed Mehmûd balkişand ser encamên xwespartina li çareserî û fermanên derve û got: “Heta em xwe nespêrin diyalogeke nîştimanî û rêgezên dewleta nîştimanî, wê hêzên herêmî her tim sûdê ji rewşa me ya berbelav bigirin û berjewendiyên xwe pêk bînin.”

(şx)

ANHA