Rêzaniya şehîd Sara û Rûken: Divê rihê berxwedêr berdewam bikin

Em ji her demê bêhtir nêzî ne ku bi rengekî azad û çanda xwe bijîn. Divê em ruhê berxwedêr ê Mehmet Tûnç, Pakîze, Fatma û Sêvêyan dewam bikin. Her rêya li derveyî vê, wê bibe sedema teslîmiyet, xiyanet û rijandina hîn bêhtir xwînê. Serxistina têkoşîna azadiyê wê bibe para hemû cîhanê. Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn."

Rêzaniya şehîd Sara û Rûken: Divê rihê berxwedêr berdewam bikin
26 îlon, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên YJA-STAR’ê Rûken Zelal û Sara Tolhildan di şeva 26'ê Îlona 2022'yan de li navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya bajarê Mêrsîn ê Tirkiyeyê çalakiyek fedayî pêk anî.

Piştî çalakiya ku li herêmê û cîhanê deng veda, nameyên herdu gerîlayan ku armanca çalakiya xwe vedibêjin û peyama têkoşînê didin, hatin weşandin.

 Peyamên wan hîn jî rê nîşanî şoreşger, têkoşer, şervan gel didin. 

Di salvegera duyemîn a şehadeta wan de. Em beşek ji van peyaman careke din di weşînin.

Dilara Urper Nasnavê min Sara Tolhildan4'ê Nîsana 1992'an ji dayik bûm. Ji gundê Çemanê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê me.

Ji nava malbateke welê têm ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e, bi Rêbertî û partiyê re di asta hestewarî de dilsoz e, lê belê di navbera çanda partiyê û pîvanên jiyana feodal de asê maye û piştre jî rêbaza jiyanê ya metropolan lê zêde bûye, bi vî rengî bûye xwedî rengekî kozmopolîtîk. Dilsoziya malbatê ya bi partiyê re, ji dema destpêka partiyê ve û beriya jidayikbûna min e.

Mîna gelek malbatên ji Bakurê Kurdistanê ku di salên 1993-1994'an de ji ber kiryarên dewleta Tirk ên şewitandina gundan, dûrxistina gel ji xak, çand û nirxên xwe yên jiyanê, di encama polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê de li çar aliyên cîhanê belav bûn, malbata min jî koçî Başûrê Kurdistanê kir. Li ser vê bingehê salên min ên zarokatiyê, kêliyên min ên ku hewl didam hînî jiyanê bibim li Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de derbas bûn. Van şert û mercên giran ji aliyê erênî û neyînî ve gelek bandor li kesayetiya min kirin. Jiyana li nava mercên kampê; naskirina rastiya dijmin a di temenê zarokatî de, ez gelekî êşandim. Di heman demê de hesta min a hilanîna tolê jî mezin kir. Li aliyê din, hewldana Tevgera Azadiyê ya ji bo parastina gelê li kampan, ew kêliyên ku hewl dihate dayîn bîrdoziya Rêbertî li nava gel bê belavkirin, ji bo min hinceta bingehîn a tevlîbûna li nava partiyê ye. Li ser vê bingehê hîn 7-8 salî bûm, min soz da xwe ku dema mezin bûm ez ê bibim gerîla."

'MIN BI ZIMANÊ XWE XWEND, SIRÛDA XWE GOT Û RÊBERÊ XWE NAS KIR'

"Sal di ser re bihûrîn û di jiyana me de gelek guhertin çêbûn. Ji ber hin pirsgirêkên malbatî di destpêka salên 2000'î de em ji mirovên hêja yên li kampê cuda bûn ku me heman êş, heman kêfxweşî, heman xemgînî parve dikirin. Me berê xwe da metropolên Tirkiyeyê. Lê belê min ti carî çûyîna Tirkiyeyê qebûl nekir, nepejirand. Min her timî xeyala wê yekê dikir ku rojekê ya li kampê ya jî li gundê xwe vegerin. Ji ber vê yekê dema ku malbata min qeyda min li dibistanên sîstemê çêkir, bi hêrseke mezin ez li ber rabûm. Ji ber ku min bingeha xwe bi çanda xwe danîbû. Li gel nebûna derfetan jî ji bo min şerefek bû ku min bi zimanê xwe dest bi xwendinê kiribû. Min sirûdên me gotibû. Min Rêberê xwe nas kiribû. Bi hişmendiya xwe ya dîrokê min hewl da ku têbigihêjim. Piştî van hestan ma pêkan bû ku mirov bikevin nava wê jiyanê! Dema ku vê dibêjim, bêguman nabêjim ku wê jiyanê bi ti awayî bandor li kesayetiya min nekiriye. Ji gelek aliyan ve xisar lê kir. Lê belê ya herî girîng soza min a ji bo xwedîderketina li rabirdûya xwe bû. Li ser vê bingehê di 7'ê Tîrmeha 2009'an de li Stenbolê tevlî nava refên partiyê bûm."

'TU KESÎ WEKÎ RÊBERTÎ RASTIYA JINAN DERVEYÎ PERGALÊN HEYÎ PÊNASE NEKIR'

"Weke hevrêyeke we ku bû xwedî wê rûmetê ku li nava PKK'ê karibe tê bikoşe, min timî xwest ku rastiya jinê ya ku Rêbertî destnîşan kir fêhm bikim bê di kîjan rewşê de ye û divê bigihêje kîjan astê. Li ser vê yekê timî kûr bûm û min xwest encamekê jê derxim. Ji ber vê yekê çawa ku di encama keda mezin a Rêberê me de gelê Kurd ji ber tunebûnê bû xwedî hebûn û îradeyê, çawa ku li hemberî modernîteya kapîtalîst xwe bi Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk xwe bi rêxistin dike û dixwaze bersivê bide, li ser vê bingehê çawa ku veguherî hêmaneke bingehîn, ev yek ji nêzîkatiya wî ya li pirsgirêka jinê cuda nîn e. Ji dîrokê û vir ve ev rewş bi vî rengî ye. Kê xwestibe ji bo azadiyê tê bikoşe, destpêkê nêzîkatiya xwe ya li jinê diyar kiriye û hemû kiryarên neexlaqî yên pergalê red kirine. Ji bo vê yekê ne şaş e ku mirov mînakên Zerdoşt, Manî, Babek, Şêx Bedrettîn bidin. Di pêvajoyekê de ku nirxên civakî yên xwe dispêrin otorîteya jiyanê ji holê hatine rakirin û bi her awayî ketine bin bandora sîstema mêr a serwer, di nava şert û mercên sîstema kapîtalîst de ku nirxên jinê nahêle, hemû tevger û bîrdoziyên dixwazin bersivê bidin pirsgirêkên civakî, neçar in ku mîna Rêberê me kiriye, pirsgirêka jinê ji bingeha civakî binirxînin, weke rêya rizgariya ji koletiyê bibînin û meyleke bi vî rengî nîşan bidin. Dibe ku kedeke mezin hatiye dayîn, divê ev neyên înkarkirin. Lê belê di nava jinan bi xwe de pêşengên di vê astê de derneketine ku pirsgirêkê bi vê astê dinirxînin û tê dikoşin. Dibe ku gavên gelekî hêja hatibin avêtin. Li cîhanê dibe ku di vê mijarê de serhildanên jinan çêbûne. Lê belê bi qasî ku min hewl da fêhm bikim û hîn bibim, ti ji wan mîna Rêbertî rastiya jinê ya li derveyî sîstema heyî pênase nekirine û nekirine hinceta têkoşînê.

Ji ber vê yekê ez xwe gelekî bi şens dibînim. Ji ber ku ez bi PAJK'ê têkoşîna parastina nasname û hebûna xwe dimeşînim, têkoşîna azadiya xwe didim ku bi pêşengiya Rêberê me, bi keda mezin a bi sedan hevrêyên min ên jin bûye partî, bûye artêş û xwedî biryardariya azadkirina jinan ji koletiyê ye, ji bo vê jî roj bi roj mezin dibe, gihîştiye cewhera pêşengiya rizgariya civakê."

'EW ENCAMA ŞOREŞA ROJAVA DIZANIN'

"Di dîrokê de me timî êş kişand. Timî mirin, destavêtin, komkujî, mêtingerî û talan li me hatin ferzkirin. Sedem û çavkaniya vê yekê jî ew e ku me nekarî yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin; me xwe nedan ber sekneke yekîtî, hevgirtin û rêxistinî. Her wiha ji ber ku yên pêşengî ji me re dikirin her tişt kirin qurbanî ji berjewendiyên xwe yên şexsî, bûn sedema êşkişandinê. Lê belê niha em ji her demê bêhtir nêzî wê yekê ne ku êşên xwe bikin kêfxweşî, li xaka xwe bi rengekî azad bijîn, xwe bi rê ve bibin, bi çanda xwe bijîn. Dibe ku niha jî em gelekî êşê dikişînin; hûn bi xwe dibînin ku gundên me, bajarokên me, bajarên me ji aliyê dijmin ve têne hilweşandin. Yanî fatûreya şênber a rastiya şerê heyî li we tê birîn û ev yek bi zanebûn tê kirin. Ji ber ku dijmin (bi şênberî dewleta Tirk û kompradorên nokerê wan) nikare xwe li destketiyên we rabigire ku bi pêşengiya Serok Apo û PKK'ê hatine bidestxistin. Ji ber ku beriya Rêbertî û tevgerê em bêhêz bûn, bêîrade bûn, bêrêxistinî bûn komkujiyên mezin li me hatin kirin. Lê belê niha ji ber ku bi pêşengiya Rêber Apo em li hev kom bûne, me xwe bi rêxistin kirine, bûne xwedî îrade, ji ber ku ji vê asta me ya pêşketinê ditirsin êrîşî me dikin. Ji ber ku zanin şoreşa li Rojava wê rê li ber çi veke êrîşî wê derê dikin. Ji ber ku pêşketina Kurdan tê wateya pêşketin û azadiya gelên Rojhilata Navîn. Lê belê ev pêşketin xizmetê ji berjewendiyên dijmin re nake. Lewma ev şerê bêperwa dibe ku demeke hîn dirêjtir deweam bike û em bedêlên mezintir bidin. Ji ber vê yekê divê em xwe amade bikin, refên xwe diyar bikin. Divê em ruhê berxwedêr ê Mehmet Tûnç, Pakîze, Fatma û Sêvêyan dewam bikin. Her rêya li derveyî vê yekê wê bibe sedema teslîmiyetê, xiyanetê û rijandina hîn bêhtir xwînê. Lewma weke ewladeke we li hemberî hovîtiya hatiye kirin, şewitandina mirovan, qetilkirina mirovên bêguneh sonda tolhildanê xwariye; armanca min wê ti carî ne hedefkirina mirovên bêguneh be. Guh nedin kampanyayên reşkirinê yên di vê mijarê de dijmin dike û wê bike!

Herî dawî dixwazim ji dayika xwe re vê xusûsê bibêjim: Milyaketa min a bedew, min timî gelekî ji te hez kir û ji te hez dikim. Di vê mijarê de weke ku dilê te şikestiye, min ji nameya te ev fêhm kir. Lê belê ti carî ez ji te neşikiyam, min her tim gelekî ji te hez kir, min hewl da ku di hurmetê de bêqisûr bim. Dilsoziya min a bi te re, piştî ku tevlî nava PKK'ê bûm hîn bêhtir bi wate bû. Dibe ku hem bi te re hem jî bi xwika xwe re nekarîm zêde bimînim. Di vê mijarê de ji hezkirina jinê mehrûm mam. Lê belê bi tevlîbûna li nava PKK'ê re min gelek hevrêyên jin ên hêja nas kir, gelek parvekirinên bi wate kir. Lewma dibe ku ji aliyê we ve hinekî bi şens nebûm, lê belê ji aliyê PAJK'ê ve gelekî bi şens im."

RÛKEN ZELAL

"Navê min Rûken Zelal e. Sala 1996’an li gundê Bîlêqiyê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûme. Malbata min malbateke welatparêz e, lê bandora kevneşopiya eşîrtî, hîna bi awayekî diyar li nava malbatê heye. Naskirina min a tevgera azadiyê di zarokatî de bi çûyîn û hatina hevalan a li mala me û bîranînên bi wan hevalan re di astekê de hebû. Lê bi awayekî çalak ez destpêka şoreşa Rojava tevlî xebatan bûm. Sala 2014’an min berê xwe da çiyayên azad. Min perwerdeya xwe ya şervanên nû li herêma Garê dît.

'JI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE'

Min her tim dixwest ku bi hestên ku dibim layîqê we, ji we re binivîsim. A niha jî ez hêvîdar im ku ez ê bibim layîqê ewqas keda ku we li ber me ve dayî. Ez çi qasî bixwazim pênaseya kesayeta we bikim jî, ez dizanim ku ez ê pir û pir kêm bimînim Serokê min. Ji ber tişta ku we ji bo me kir, li cîhanê  ti kesî nekiriye. Bi taybet dema di mijara jinê de em li nirxandinên we dinêrin, mirov li hemberî nirxdayîna hezkirina we, xwe pir pir kêm dibîne.

Me kûraniya hezkirina we fêm nekir. Rast e me hez kir, lê ji xwe dipirsim, gelo min pêwîstiyên vê hezkirinê bicih anîne? Dema ez bala xwe didim jiyana xwe ya şoreşgerî, baş dibînim ku li hemberî keda we ez pir lewaz mame. Wexta ku ez van rastiyan pênase dikim, êşa min zêdetir dibe. Me gelek caran we bi tenê hişt û destê we bihêz nekir. Ji ber vê sedemê ez niha pir xemgîn im. Dizanim ku ez pir dereng dimînim. Lê ez ê hemû erkên ku dikevin ser milê min bikim bingeha rexnedayîneke ku bikaribe bibe layîqê we. Li ser vî esasî ez di wê baweriyê de me ku ez ê ji we re bibim hevrêyeke rast û wê hevaltiye lewaz ji holê rakim. Kêm be jî ez dixwazim ji dil û can rexnedayîna xwe bidim. Ez niha rexnedayînê di vê nameya xwe de dinivîsînim. Lê nizanim wê çiqasî cihê xwe bigre? Serokê min bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsinim, ez bawer nakim ku ew ê bikaribe hezkirina min a li hemberî we pênase bike.

Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye. Weke ku we jî pênase kirî “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e” Ji ber vê, pêwîste em di wateya rast de bibin mirov û xwe bigihînin asta heqîqetê. Ji bo ku ez her tim bibim parêzvana heqîqeta ku we nîşanî me dayî, ez vê sozê didim ku ez layîqê we bibim. Serkeftin wê ya me be!"

'HÊJAYÎ NIRXÊN RUHÊ HEVALTIYÊ ME'

"Ji bo min pir bi wate ye ku ez ê bibim hevêya ji we hez dike. Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedewtir bibe, bi vê evînê ez ê herim çalakiyê. Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate tune ye ku mirov di rêya azadiyê de be.

Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku ez a niha dikarim hezkirin û bêrîkîrîna xwe ji we re pênase bikim. Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku her tim ji dil û can ji we hez kir. Ji bo ez bibim layîqê nirxên rêhevaltiyê ez soz didim ku ez ê xwe bi serkeftinê re bikim yek. Ez dixwazim vê bêjim ku yê min gihandî vê astê rêhevaltiya me ye. Rast e me pir caran hevdu êşand û me pir caran dilê hev hişt, me hevdu rexne kir. Lê ev hemû nîşaneya hevaltiya rast in. Ji bo hezkirina xwe pêwîst e em mekanîzmaya xwe ya rexne û rexnedayinê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin wê demê rêhevaltiya me wê lewaz bimîne. Serokatiya me vê dibêje; “Piştî ku em bûne hevrêyên rast, ez ê ji bo rêhevaltiyê her cure hewldanê raber bikim, ji bo me têkiliyên rêhevaltiyê pir pêwîst in, dema ku ev têkilî nebin, doza partî pir zêde pêş de naçe."

'SERKEFTINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DI ŞEXSA GELÊ KURD DE DÊ BIBE PARA TEVAHIYA CÎHANÊ'

"Gelê min ê hêja ez pir serbilind im ku ez weke jinek Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we tê dikoşim. Di rastiya dîroka gelê Kurd de pir lehnegiyên mezin derketine holê. Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe biparêze pir berdêlên giranbuha dane. Niha jî weke berdewama vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin. Yê ku hişt dîroka gelê Kurd û dengê gelê Kurd were bihîstin, ê ku gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û hişt bibe xwediyê doza hebûnê, ked û hewldanên Rêber Apo yên bêhempa ne. Ji ber Serokatiya me êrîşên li ser gelê Kurd weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê pênase kir. Ji bo vê di şexsê gelê Kurd de serxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê. Wê hemû gelên bindest karibin ji serkeftina me sûd werbigrin. Wexta ku em serbikevin jî em ê ji bo mirovahiye tiştekî pir bi wate bihêlin. Gêlê min ê hêja; qehremantiya ku hûn li her deverî nîşan didin ji bo min çavkaniya hêzeke pir mezin e. Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku ez her tim xwe li ser piyan bigrim. Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn."

(mh)

ANHA