Berxwedêrên Firatê yên ji Tişrînê vegeriyane bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin

Bi sedan şêniyên kantona Firatê berxwedêrên ji Bendava Tişrînê vegeriyane bi coş û kelecaneke mezin pêşawaz kir.

Berxwedêrên Firatê yên ji Tişrînê vegeriyane bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
Berxwedêrên Firatê yên ji Tişrînê vegeriyane bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
Berxwedêrên Firatê yên ji Tişrînê vegeriyane bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
9 nîsan, 2025   22:28
KOBANÊ

5’ê Nîsanê, koma 7’an a gelê kantona Firatê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berê xwe dabû bendavê.

Gelê kantona Firatê bi diruşmayên silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan ji Qada Jina Azad a Kobanê ber bi bendavê ve ketibû rê.

Bi sedan xelkê bajarê Kobanê berxwedêrên ji bendavê vegeriyane bi coşeke mezin û silavkirina berxwedana QSD’ê û YPJ’ê pêşwaz kir.

Vê sibehê, bi sedan şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê, ji bo ku tev li berxwedana li Bendava Tişrînê bibin, berê xwe da bendavê û beriya çend saetan gihîştin bendavê û nobedarî ji gelê Firatê dewr girt.

Ji 8`ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê li bendavê nobedariyê dike.

(sş/fr)

ANHA